Yekemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê ewê di navbera 25 heta 27’ê Nîsanê de bi rê ve biçe û çarçoveya wê de bi dehan Fîlm, belgefîlm û kurtefîlm werin nîşandan.
Fîlma Rojbash jî behsa komeke şanogerên Kurd dike, ku piştî 25 salan hewlê didin careke din werin cem hev û lîstîkeke xwe ya berê dîsa ser dikê pêşkêş bikin. Şanoya Kurdî 25 sal berê jî ne hêsan bû lê vê carê dibînin rewşa niha ji ya berê jî xerabtir e. Rojbaş, ku derhêneriya wê Özkan Küçük kiriye, ewê di 25’ê Nîsanê de di çarçoveya yekemîn Festîvala fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê de premiyera xwe ya Ewropa’yê bike.
Yek ji wan fîlman jî di derhênera Kurd-Alman Solîn Yûsif a bi navê Sieger Sein e. Vê fîlmê di festîvala fîlman Berlianle de wekî baştirîn fîlma zarokan xelat stend. Fîlm serpêhatiya keçikeke piçûk a ji Rojava, Mona, dike, ku tevî malbata xwe wekî penaber hatiye Almanya’yê. Mona dest bi dibistanê dike û peyveke jî bi Almanî nizane. Lê dikare gelek baş fûtbolê bilîze û mamosteyê wê Mona dixe nav tîma fûtbolê ya keçikan.
Fîlma derhênera Kurd-Alman Cemile Şahin a bi navê Bihar jî di vê festîvalê de tê nîşandan. Fîlma Bihar- Çar Stranên ji bo bavê min behsa serpêhatiya malbatekê dike, ku ji ber bendavekê gundê wan di bin avê de dimîne û ew jî taliyê sirgûn dibin û tên Parîs’ê.
Fîlmeke din a dirêj jî ya derhêner Mano Xelîl e. Fîlma Cîran li gundekî Rojava ya ser sînora Tirkî derbas dibe û hema hema parçeyek ji jiyana her Kurdekî tê de heye. Derhêner jî fîlm spartiye ser serpêhatiya xwe û çîroka fîlmê bi çavê zarokekî piçûk, Şêro, tê vegotin. Zarokek ku li bendê de ceyran were gundê wan û bavê wî televîzyonekê bikirre da ku ew jî filmên kartok binêre. Lê Şêro herweha dest bi dibistanê dike û li wir despotîzma rejîma Sûrî nas dike...
Fîlma Gava Şitil Mezin Dibin, bi derhêneriya Rêger Azad Kaya li Rojava hatiye kişandin. Fîlm behsa rojeke li Kobanî’yê dike. Husên herroj mastên ku jina wî çêdike tîne bajêr û difiroşe. Wê rojê keça xwe Zelal’ê jî bi xwe re tîne û li nav bajêr rastî kurekî piçûk, Hemûdê tên, ku riya xwe wenda kiriye. Ji aliyekî ve hewlê didin mala Hemûdê peyda bikin lê ji aliyê din de jî heewlê didin mastê xwe bifiroşin, berî ku tirş be.
Berhemeke din a ji Rojava jî belgefîlma bi navê Jinwar e. Jinwar li Rojava gundekî jinan e, ku wan bi destê xwe ava kiriye û ew têra xwe dikin. Jinwar cihekî biryardarî, berxwedêrî û yê hêviyê ye.
Fokus îsal Êzîdî ne
Îsal di fokusa festîvalê de Êzîdî hene. Çendîn fîlmên ser Êzîdiyan û ser Fermanê jî di vê festîvalê de tên ser perdeya spî. Fîlma Angels of Sinjar anku Fehrişteyên Şingal’ê behsa jina Êzîdî Hanife dike, ku Daiş’ê 5 xwişkên wê revandine. Bavê Hanîfe’yê li ser sikratê ye û Hanîfe soz dide bavê xwe ku xwişkên xwe bibîne û wan vegerîne malê. Derhênera fîlmê Hanna Polak e, ku berê ji bo xelatên Oscarê wekî namzet hatibû nîşan dan.
Fîlma Keçên Rojê ya derhêner Rêber Doskî jî behsa keçên Êzîdî, ku di destê Daişê filitîne dike, ku li kampan de dijîn. Li cem wan him birînên dîtbar him jî yên nedîtbar hene. Şanoger Husên jî hewlê dide bi riya hunerê alîkariya wan bike, ku bikaribin li ser birînên xwe bipeyivin. Ji ber ku li cem wan him tirsa bîranînên wan heye, him jî tirsa ji civaka wan, ka ewê çi bikin, heger tiştên ku hatine serê wan bibihîsîn.
Herweha fîlmê bi navê Hêza, ku behsa keçikeke Êzîdî dike, ku piştî ku ji destê Daiş’ê filitiye niha li Şingal’ê bûye fermandara yekîneyên parastinê, tevî fîlma Ez edaletê dixwazim a Nuray Şahin, ya Nameyên ji Şingal’ê ya Dersîm Zêrevan û Evîn di rûyê qirkirinê de ya Şêro Hindê jî di vê beşê de tên nîşan dan.
Di festîvala îsal de herweha du fîlmên bi Zazakî jî hene. Fîllma Hawangê Kilamo- Xidir belgefîlmeke ser newz û stranên Dersîm’ê ye. Belgefîlma Ra jî, ku derhêneriya wê Devrim Takinoglu kiriye, behsa baweriya elewiyan a Dêrsimê dike, ka mirov û xwe çiqas bi hev du re girêdayî ne. Herweha ayînên cem jî parçeyeke girîng a vê belgefîlmê ye.
Hêjayî gotinê ye, du panelên ser sînema Kurdî û wateya festîvalên fîlman û Êzîdiyên li Dîasporayê jî tên li dar xistin. Di çalakiyekê de jî ewê nivîskar Helîm Yûsif beşek ji pirtûkên xwe bixwîne.