Di nav Kurdan de bawer nakim, ku kesek hebe guh nedabe strana “Welatê me Kurdistan e”. Yan ji dengê Aslîqa Qadir, yan ji Rencber Ezîz yan ji Şehrîbana Kurdî yan jî ji dengê stranbêjekî/e din. Di sala 1973’an de dema ku ev stran li ser frekansên Radyoya Erîwan’ê hat weşandin, stranê li seranserî Kurdistan’ê bi şewqeke mezin hat guhdarî kirin. Mirov bi zimanê îroyîn bêje, stran dibe “hit” û gelek guhdar jî name dişînin ji radyoyê re ku wê stranê careke din, careke din lê din. Anku ev stran dibe sirûda nasnameya Kurdî.
Strabêj û helbestvan Mecîdê Silêmên di sala 1937’an de li Ermenistan’ê tê dinyayê. Bavê wî Mehmedê Siloyê Miho mamoste ye û di dema Komara Mahabad’ê de diçe tev li şoreşa Qazî Mihemed dibe. Aqûbeta wî baş nayê zanîn. Piştî ku diya wî bi yekê din re dizewice, Mecîdê Silêmên û xwişkên wî li ber destê dapîr û bapîr mezin dibin. Lê ew dîsa jî dixwîne û di 1964’an de li Erîwan’ê Enstitiuya Çandiniyê beşa Beytariyê diqedîne.
Mecîdê Silêman kedkarekî radyoya Erîwan’ê ye. Wî him gelek stran nivîsandin him jî gelek stran gotine. Di perwerdekirina strabêjên ciwan de jî keda wî mezin e. Ew ji sala 1988’an heta mirina xwe ya sala 2018’an li gundê Aşîbulak a nêzî Almata’ya Qazaxistan’ê dijî. Lê belê di dîroka Kurdên Sovyet’ê Kurd sê caran sirgûnî Asya’ya Navîn dibin, dibêje serokê berê yê Kurdên Qazaxistan’ê Prof. Kinyaz Ibrahîm. Piştî ku Stalîn di sala 1953’an de dimire ji sirgûnan re efû derdikeve. Hin Kurdên li Asya’ya Navîn careke din vedigerin Ermenistan û Gurcistan’ê. Lê belê di sala 1988ân de di navbera Ermenistan û Azerbaycan’ê de şerê Qerebax’ê rû dide.
Mecîd’ê Silêmên strana Welatê me Kurdistan e di sala 1960’î de dinivîse. Ew dibêje, wî îlhama xwe ji Mele Mustafa Barzanî stendiye. Mele Mustafa Barzanî piştî têkçûna Komara Mahabad’ê li Sovyetan dibe penaber. Di Gulana 1947’an ew û dora 500 pêşmerge û malbatên wan bi ser Hekariyê re heta sînora Azerbaycan a Sovyetan dimeşin. Pêşî di kampekê de tên girtin lê piştî salekê mafê penaberiyê didin wan û wan li herêmeke çandiniyê ya nêzî Taşkent a Ozbekistan’ê bi cih dikin. Mele Mustafa heta 1953’an li Ozbekistan’ê dimîne lê piştî ku Stalîn di sala 1953’an de dimire ew jî derfetê dibîne û berê xwe dide Moskowa’yê û heta 1958’an li wê derê dimîne. Li wê derê digel sekreterê nû yê partiya komunîst Nikita Kruşçev re jî rûdinê. Di sala 1958’an de Monarşiya li Iraq’ê dirûxe û hikûmeta nû ji bo Mustafa Barzanî efû derdixe. Mele Mustafa berî ku beger Iraq’ê seredana Kurdên li Ermenistan’ê dike. Ew roj xweş tê bîra Mecîdê Silêmên. Serokê berê yê Kurdên Qazaxistan’ê rehmetî Kinyaz Ibrahîm jî dibêje, hatina Barzanî hişt ku di warê çandî de bêhtir maf bidin Kurdan.
Dema min Mecîd’ê Silêmên di îlona 2014’an de dît, fermana Şingal’ê hîna nû qewimî bû. Ew jî gelek li ber gelê Şingal’ê ketibû û helbestek jî nivîsîbû. Di helbestên Mecîdê Silêmên de temaya sereke evîn û hesreta ji bo welat, ji bo Kurdistan e. Ew herweha di çendîn helbestên xwe de behsa gor û miriyan dike, ku Kurd bohistek axa wan jî nîne, ku miriyên xwe tê de veşêrin. Sedemeke şexsî ya vê yekê jî heye. Mecîdê Silêman dema ku di sala 1988’an de neçar dimîne û ji Ermenistan’ê derdikeve pêşî berê xwe dide bajarê Rûsya’yê Soçî. Apekî wî li wir e, ew jî diçin cem wî. Piştî rewîtiyeke zor û zehmet digihîjin Soçî’ye. Li wê derê xwişkeke Mecîdê Silêman dimire lê belê rayedarên Rûsî nahêlin, ku terma wê li wê derê were binax kirin, çima ku nasnameyên wan nîne. Kalê wî jî dibêje, ez naxwazim li welatekî bijîm, ku lê nikarim miriyên xwe veşêrim. Vê carê ew jî wekî gelek Kurdên din Qazaxistan’ê.
Strana „Welatê me Kurdistan e“ belkî berhema herî navdar a Mecîd’ê Silêmên e. Wî gelek baş zanibû ka bê cih û war bûn çi ye. Û stran di demeke weha de hat nivîsandin, Kurd li her parçeyê di bin zext û zordariyekê de bûn û ev stran wekî îfadeya serbilindiya nasnameya Kurdî hêz û qewet da gelê Kurd. Ev stran herweha ispata hêza muzîkê ye wekî derbirrîna çandî û çalakvaniya siyasî. Lewma şopên vê stranê hîna jî di çanda Kurdî de xurt in û Mecîdê Silêmên û mîrata wî ji bo Kurdan berdewam çavkaniya îlham û hêviyê ye.