Mehek berê gelek Êzîdî li hember dersînorkirina Êzîdiyên Iraq’ê li pêşiya parlomentoya federal kon vedabûn û ketibûn greva birçîbûnê. Çalakî li ser sozên ji rayedarên SPD hat rawestandin lê belê biryareke fermî nîne, ku pêşî li vegerandina Êzîdiyan a bigire.
Parlamenterê Partiya Keskan Max Lucks jî bi vîdeoyekê bang li Wezîra Navxweyî Faeser kir. Parlamenterê Keskan biryara naskirina Fermana Êzîdiyan a îsal a ji aliyê parlamentoya federal bi bîr xist û ji Wezîr Faeser xwest, ku pêşî li dersînor kirinan bigire û mexdûrên fermanê neşîne Iraq’ê.
Rêkeftina Iraq û Almanya'yê
Li gor amarên fermî di dawiya sala 2022’an de li Almanya’yê 35 hezar hevwelatiyên Iraq’ê hebûn, ku diviya bihatana dersînor kirin. 32 hezar ji wan xwedî Duldung’ê ne. Herweha di sala 2022’an de 77 kesên Iraqî ji bo Iraq’ê hatibûn şandin. Lê ev hejmar di 2023’an de hinek zêde bû. Heta meha Tebaxê bi giştî 76 kes ji bo Iraq’ê hatin şandin. Bi tenê di meha Tebaxê de 27 kes. Anku Almanya bi vî awayî dest bi dersînorkirinên komî kir.
Sedema vê zêdebûnê rêkeftineke navbera Almanya û Iraq’ê ye, herçend peymanek nehatiye îmzekirin jî. Iraq’ê heta niha teqsîr dikir nasname yan pasaport bide hevwelatiyên xwe, ku li Almanya’yê serî li penaberiyê didan. Û Almanya jî bêyî nasnameyeke Iraqî nikaribû cinsiya wan kesan ispat bike û wan bişîne Iraq’ê. Lê belê amar nîşan didin, ku di sala 2022’an de konsulxaneyên Iraqî bi tenê 21 nasnameyên weha amade kirine. Lê belê di 2023’an de, heta meha Hezîranê 135 nasname.
Êzîdî hersal kêmtir tên qebûl kirin
Daîreya Koçberî û Penaberiyê BAMF’ê sala 2022’an de di derbarê dora 4 hezar û 700 serlêdanên Êzîdiyan de biryar da û dora 2 hezar û 400 ji wan red kirin. Anku ji sedî 48’ê wan. Hema bêje nîvî nîvî. Lê belê di sala 2020’an ji sedî 65 û di 2017’an de dora ji sedî 91’ê Êzîdiyan li Almanya’yê mafê penaberiyê wergirtibûn.
BAMF Êzîdiyên ji Sûrî hîna jî qebûl dike lê belê dibêje ji sala 2017’an û vir ve Daiş li Iraq’ê nemaye û lewma ji bo Êzîdiyên Şingal’ê ewle ye, ku vegerin. Anku heta sala 2017’an bi tenê Êzîdîbûn sedemeke bes bû, ku mirov mafê penaberiyê bistîne. Lê belê niha divê her Êzîdiyek bixwe ispat bike, ku jiyana wî/wê li Iraq’ê di xeterê de ye.
BAMF’ê herweha mafê penaberiyê ya hezar û 475 Êzîdiyan paş de stend, ku di nav wan de gelek kes hene, ku ji Fermana 74’an sax filitîbûn. Anku herçend parlamentoya Federal bi naskirina Fermanê soza parastina Êzîdiyan dabû, niha ew kes di bin metirsiya vegerandina bo Iraq’ê de ne.
Fermana Şingal'ê
Di Tebaxa 2014’an de hovên Daiş’ê, da ku koka Êzîdiyan biqelîn êrîşî Şingal û der û dora wê kir. Li gor daneyên Neteweyên Yekgirtî di nav du mehan de 5 hezar xelkê sivîl hatin kuştin, 7 hezar kes, ku piraniya wan keç û jin û zarok bûn hatin revandin û bi salan wekî kole hatin firotin. Roja îro jî aqûbeta 2 hezar û 700 mirovan nayê zanîn. Bi sed hezaran Êzîdî koçber bûn. Û niha li Şingal’ê ne binesazî ne jî ewlehî heye.