Hilbijartinên Başûrê Kurdistan'ê COSMO Kurdî 11.10.2024 33:08 Min. Verfügbar bis 11.10.2029 COSMO

Download Podcast

ROJEV

Li Başûrê Kurdistan'ê Hilbijartin

Stand: 11.10.2024, 14:47 Uhr

Di 20'ê Cotmehê de li Başûrê Kurdistan'ê hilbijartinên parlamentoyê tên li dar xistin. Vê carê hilbijartin di nebûna parlamentoyeke çalak de pêk tên. Em jî ji Hewlêr'ê bi ronakbîr Aso Haidari, bi rojnamegerên ji Silêmanî Dilshad Anwar û ji Duhok'ê Niamat Maronsî re li ser pêvajoya hilbijartinê û bendewariyên hilbijêran dipeyivin.

Von Kamil Basergan

Kurdisches Parlament in Erbil, Nord Irak | Bildquelle: dpa

Li Başûrê Kurdistan’ê hilbijartinên Parlamentoyê Herêma Kurdistanê xwe amade dike ku di 20’ê Cotmehê de biçe ser sindoqan. Li 4 herêmên hilbijartinan mafê dengdanê yê 3 milyon û 789 hezar heye. Ji bo hilbijartinên heyama şeşemîn, hezar û 191 namzed (823 mêr û 368 jin) dê ji bo 100 kursiyan hevrikiyê bikin. Ji van namzedan 38 kes ji bo kursiyên kotayê dikevin hilbijartinan.

Hilbijartina bêyî parlementoyeke çalak

Dadgeha Federal a Îraqê 30’ê Gulana 2023’yan bi hinceta ku "nedestûrî"ye dirêjkirina erka Parlamentoya Kurdistanê red kir û biryar da ku her biryara ji aliyê parlamentoyê were dayîn neqanûnî ye. Parlamentoya Kurdistanê ji ber vê yekê ji wê demê ve neçar maye ku karê xwe rawestîne. Hejmara kursiyan kêm bû Dadgeha Federal a Îraq’ê 22’yê Sibata 2024’an biryar da ku 11 kursiyên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî yên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin. Lê Komîsyona Bilind a Serbixwe biryarek da, ku di parlamentoyê dê 100 kursî hebin û 5 kursî jî ji pêkhateyan re werin veqetandin.

Kotaya Jinan

Li gorî pergala nû ya hilbijartinan, li Parlamentoya Kurdistanê ji sedî 30 kotaya jinan heye. Li gorî pergala nû ji 95 kursiyan 30 ji jinan re hatine veqetandin. Li gorî vê yekê li Silêmaniyê ji 36 kursiyan 11, li Hewlêrê ji 32 kursiyan 10, li Dihokê ji 24 kursiyan 8 û li Helebceyê jî ji 3 kursiyan yek dê kotaya jinan be.

Herêmên hilbijartinê hatin guhertin

Berê tevahiya Herêma Kurdistanê wekî yek herêma hilbijartinê bû lê vê carê wekî çar herêmên cuda yên hilbijartinê hatiye belavkirin. Li gorî vê yekê, Hewlêr bi 34 kursiyan, Silêmanî bi 38 kursiyan, Duhok bi 25 kursiyan û Helebce jî bi 3 kursiyan tên temsîlkirin.