Di rojên 21 û 22ê Mijdara îsal de li Iraqê serjimêrî hat kirin. Serjimêriya dawîn li Iraqê di sala 1997an de hatibû kirin û hejmara rûniştvanên Iraqê tevî Herêma Kurdistanê 22,33 milyon kes hatibû diyarkirin. Piştî rûxandina rejîma Sedam Husên ev yekem car bû, ku serjimêrî li Iraq û Kurdistanê hat kirin.
Di vê podcastê de, em digel birêz Mehmûd Osman, Serokê Dezgeha Operasyonên Serjimartinê, li ser encam, nirxandin, bandorên aborî, siyasî û civakî yên qonaxa duyem a proseya serjimêriya giştî ya li Iraq û Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.