Rejîma Sûrî ku 13 sal in berxwe dida di nav 11 rojan de hilweşiya. Têkçûna rejîmê di 27’ê Mijdarê de dest pê kir, dema ku komên HTŞ dest bi êrîşên ser bajarê Heleb’ê kirin. Rejîmê nikaribû ber xwe bide û vê carê ne Hizbulah a Lubnan’êi ne Pasdarên Komara Îslamî ya Îran’ê ne jî firokeyên cengî yên Rûsî nehatin hewara wê. HTŞ roj bi roj bi ser Hama û Humus re xwe gihand paytext Şam’ê. Û di 8’ê Kanûnê de hat ragihandin Beşar Esad jî tevî malbata xwe reviyaye Moskova’yê, ku li wê derê ji ber sedemên însanî mafê penaberiyê danê.
Esad serokwezîrê xwe Muhammed El Celalî li dû xwe hiştibû, ku desthilatdariya welêt dewrî HTŞ’ê bike. Anku ji Iraq û Libya’yê cudatir vê carê dewr teslîma rêvebiriya welêt di çarçoveya planekê de hat kirin, da ku li welêt alozî rûnede. Ji hingî ve şer û pevçûnên li welêt rawestiyan, ji bilî herêmên Bakurê Sûrî, ku lê çeteyên îslamî, ku Tirkiye wan xwedî dike, êrîşê herêmên rêveberiya xweser û hêzên Sûriya Demokratîk dikin.
HTŞ’ê di 27’ê Mijdarê de dest bi êrîşî Heleb’ê kir. Bi rastî êrîşeke weha ji bo gelekan ne suprîz bû. Ji ber ku piştgirên rejîmê Îran û Rûsya ev demekê bi şer û pevçûnên xwe re mijûl in. Bi taybetî jî piştî ku Îsraîl’ê dest bi êrîşî başûrê Lubnan’ê kir, Hizbullah’ê jî hêzên xwe yên li Sûrî paş de kişandin. Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Ebdî jî di hevpeyvîneke xwe ya digel Ronahî TV’yê got, wan du meh berê de haya wan ji vê êrîşê hebûn lê belê ew jî ne li benda bûn, ku rejîm ewqas bi lez bikeve. Ebdî herweha dibêje, dibe ku di warê vê êrîşê de Tirkan Rûs xapandibin.
Ketina rejîma malbata Esad û desthilatdariya herî dawî ya Baas’ê bi destê HTŞ’ê pêk hat. Hêjayî gotinê ye, ev rêxistin berdewamiya Cephet’ul Nusra ye, ku wekî baskê Sûrî yê Al Qaîde dihat zanîn. Serokê wê Al Colanî jî berê Emîrekî Daiş’ê bû û paşê tev li Cephet’ul Nûsra bûbû. Al Colanî çend sal berê ragihandibû, ku tu têkiliya wê bi Al Qaide’yê re nemaye û ew doza cîhadeke cîhanî nake. Herçend herkes bi şik û gûman nêz dibû jî, camêr bi cilên modern derket CNN a Amerîkî jî û hertiştî, ku cihana Rojava dixwest bibihîse gotin. Anku îslama nerm, pirrengî, parastina gel û olên kêmhejmar û hwd.
Di van rûdanên dawî de tiştê balkêş ew bû, ku HTŞ bi HSD’ê re neket tu şer û pevçûnan. Ji PYD Salih Muslin dibêje, HTŞ ji berê de neyartiya Kurdan nake û gotarên wan heta niha gelek erênî ne. Fermandarê HSD’ê Mezlûm Abdî jî helwêsta HTŞ’ê piştrast dike û dibêje, di dema destpêka êrîşê de HTŞ’ê ew agahdar jî kirine û êrîşî taxên Kurdan ên li Heleb’ê jî nekirine.
Lê belê bi destpêkirina êrîşên HTŞ’ê, îcar çeteyên Artêşa Netewî ya Sûrî, ku Tirkiye piştgiriyê wan dike, dest bi êrîşên xwe yên ser herêmên rêveberiya xweser kirin. Ji ber vê yekê biyar hat dayîn, ku Herêma Şehba û Til Rifaat werin vala kirin. Hêjayî gotinê ye, li Şehba’yê dora 200 hezar Kurd hebûn, ku pirraniya wan debederên Efrîn’ê bûn, ku piştî dagirkeriya Tirkî ya sala 2018’an li wê derê bi cih bûbûn. HTŞ û HSD’ê di vî warî de hevkarî kirin û korîdoreke însanî hat vekirin.
Fermandarê HSD Mazlûm Abdî herweha dibêje, herçend di navbera wan û HTŞ’ê de pevçûnekê rûnedabe jî divê ew meseleyên siyasî bi riya muzakereyan çareser û zelal bikin. Lewma jî ew niha hewlê didin şandeyeke Rêveberiya Xweser bişînin Şam a paytext. Mazlûm wekî din bin xêz dike, ku di muzakereyên li Şam’ê de divê Kurd helwêsta xwe bikin yek, da ku berjewendiyên xwe yên netewî biparêzin. Lewma heger hin Kurd tevî mûxalefeta Sûrî, ku Tirkiye piştgirî didê, biçe Şam’ê ev yek dê zirarê bide doza Kurdî.
Hevdem çeteyên Artêşa Netewî ya Sûrî bi piştgiriya artêşa Tirk êrîşî bajarê Membic’ê kir. Piştî şer û pevçûnên giran HSD’ê roja 10’ê mehê ji bajêr vekişiya lê belê çete dixwazin derbazî Rojhilatê Ferat’ê bibin û şer û pevçûn li dora bendava Tişrîn’ê û pira Qerekozax berdewam dikin. Di derbarê êrîşkariya Tirk de Fermandarê HSD’ê Mazlûm Abdî dibêje.
Mazlûm Abdî herweha derbarê herêmên di bin dagirkeriya Tirk de dibêje, pêkan e, ku çareserî bi riya siyasî be û xelkê wan deveran jî bikaribin veger ser warê xwe. Û herî dawî, li herêmên reveberiya xweser alên muxalefeta Sûrî hatin hildan. Mazlûm Abdî jî di vî warî de dibêje, ev yek jî nîşan dide, ku eew parçeyeke ji Sûrî ne û amade ne bi aliyên din re bikevin nav danûstandinan.