Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Nasnameya Êzîdiyan hertim dibe mijara nîqaşan. Vê carê li parlamentoya Iraq’ê 182 îmze hatin kom kirin, da ku Êzîdî ne tenê wekî olek lê herweha wekî qewmek werin nas kirin.
Koma Jiyana Kurdî ya li Almanya'yê di Kanûna 2023’an de di Bundestag’ê de bi pêşengiya Kassem Taher Saleh ji bo piştgirîdayîna Kurdên li Almanya’yê hat damezirandin.
Îsal cara pêşîn li Zanîngeha Rojava di beşa Zanistên Civakî û Mirovî de jin jî nav de çendîn xwendekaran dereceya masterê wergirtin. Û wan teza xwe jî bi Kurdî nivîsandine.
Di navbera 25 û 27’ê Nîsanê de 1'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Düsseldorf’ê bi rê ve diçe û fokusa îsal jî Êzîdî ne. Em jî bi amadekarê festîvalê bi Talat Ekinci re dipeyivin
Fîlma dawî ya derhênêra Kurd Soleen Yusef di çarçoveya 74’emîn festîvala Berlîn’ê Berlinale de hat nîşan dayîn. Fîlm behsa fûtbolvaneke ji Rojava'yê Kurdistan'ê de dike.
Civaka Kurdî ya Almanya’yê anku Kurdische Gemeinde Deutschland (KGD) rêxistineke sîwanê ya 31 komeleyên Kurd û Almanan e li 8 eyaletan. KGD îsal 30 saliya xwe pîroz dike.
Hefteya buhurî bi boneya sersala Kurdî Newroz’ê di parlamentoya NRW’ê de resepsiyoneke hat li dar xistin. Dirûşmeya vê kombûnê jî “Mafên mirovan ji bo herkesî” bû.
Lêkolîna rojnamegeran derxist holê, ku Almanya'yê bi Iraq'ê re rêfektineke ji bo vegerandina koçber û penaberan girê daye lê belê ev rêkeftin ji raya giştî tê veşartin.
Hikûmetê dawiya parsal di warê alîkariya darayî ya ji bo penaxwazan de biryara guhertinekê dabû. Li gor vê, penaxwaz dikarin alikariya darayî bistînin lê di teşeyeke din de.
Şêwra Federal Bundesrat’ê zêdekirina Bürgergeld a bi rêjeya ji sedî 12 erê kir. Herweha, Almanya dixwaze mercên ji bo hatina karkerên pispor ên ji derveyî hêsantir bike.
Projeya bi navê “Kar tê de kirin, lêborîn û lihevhatin” ji aliyê Kurdish European Society ve tê meşandin, ku tê de him rêxistin him jî şexsiyetên Musulman û Êzîdî tên cem hev.
Xortê Kurd San Jola di temeke ciwan de bala xwe dide siyasetê û herweha di baskê ciwanan a partiyeke siyasî de jî çalak e. Ew dixwaze di sibêroja xwe de bibe xwedî gotinek.