Live hören
Jetzt läuft: Pedra Run von Ceuzany

Roja cîhanî ya li dijî tundiya li ser jinan COSMO Kurdî 22.11.2024 32:43 Min. Verfügbar bis 22.11.2029 COSMO

Download Podcast

CIVAK

Roja cîhanî ya dij şîddeta ser jinan

Stand: 22.11.2024, 13:35 Uhr

Di vê podcastê de em bi Şîlan Kurdpûr (Schilan Kurdpoor), çalakvana doza Kurd bi taybetî jin û zarok re diaxivin. Ew niha wekî şêwirmenda siyasî, perwerdeyê û rahêner kar dike û berê li Berlînê mamostetî kiriye. Em herweha li ser vê mijarê çend pirsan ji nivîskar û psîkanalîsta Şara Tahir (Shara Tahir) dikin.

Von Kamil Basergan

Frau mit einem roten Handabdruck über dem Gesicht (Symbolbild)

Roja Cîhanî ya Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jin û Keçan ji sala 1981ê ve tê pîrozkirin. Paşxaneya dîrokî ya vê yekê digihîje revandin û kuştina sê jinan a bi destê leşkerên Komara Domînîk. Di sala 1999’an de Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî biryar da ku 25’ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî bê diyarkirin.

Li gorî amarên Neteweyên Yekbûyî, yek ji sê jinan li seranserê cîhanê rastî tundiya fizîkî an cinsî tên. Bûyerên şîddetê li malê, li ser kar, li kolanan an di şer de rû didin û pirî caran bi destên hevjînên wan jinan.