Hewlêr: Çalakiya hunerî ya Goethe-Institue. COSMO Kurdî . 10.05.2024. 27:59 Min.. Verfügbar bis 10.05.2029. COSMO.
ÇAND Û HUNER
Hewlêr: Çalakiya Goethe-Institue
Stand: 10.05.2024, 18:43 Uhr
Dezgeha çandî ya Alman Goethe-Institut çendîn hunermendên ji Almanya’yê ji bo çalakiyekê vedixwîne Hewlêr a Başûrê Kurdistan’ê. Di nav wan de du hunermendên Kurd jî hene.
Von Kamil Basergan

Dezgeha çandî û zimanî ya Alman Goethe-Institut çendîn hunermendên ji Almanya’yê ji bo çalakiyekê vedixwîne Hewlêr a Başûrê Kurdistan’ê. Di nav wan hunermendan de du heb jî Kurd hene. Wênesaz Hasan Hüseyin Deveci (Malmime) û ji koma Kolovielena kemanjen Alan Arif.

Em jî vê heftê bi wan hunermendan re li ser hunera wan dipeyivin. Herweha rêvebira Sev-Galeri, ku tevî Goethe bi hev re kar dike, Xanim Znara Ahmad jî bêhtir li ser vê çalakiyê agahiyan dide.