Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û li dû Parîs'ê ewê 5’ê Tîrmehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî bi Süleyman Gültekin re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin.
Edebiyata Kurdî bixwe edebiyata sirgûniyê ye. Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê “Dengê min tê te?” tê li dar xistin.
Dezgeha çandî ya Alman Goethe-Institut çendîn hunermendên ji Almanya’yê ji bo çalakiyekê vedixwîne Hewlêr a Başûrê Kurdistan’ê. Di nav wan de du hunermendên Kurd hene.
Di çarçoveya projeya Şahmaran de çanda kevnar a Kurdî ya çîrokbêjî û dengbêjî bi muzîka elektronîk ji nû ve tê şîrove kirin. Muzîkjen Mustafa Demîr li ser vê projeyê dipeyive.
Nivîskar û wergêr Kawa Nemir romana nivîskarê Îrlandî James Joyce a bi navê Ulysses, ku otorîte dibêjin wergerandina wê ji aliyê zîmên ve gelek zehmet e, wergerand bo Kurdî.
Musîkjenê Kurd Saman Mustafa parçeyeke projeya bi navê “Newayên Bêsînor” e. Di çarçoveya vê projeyê de newayên Kurdî bi karîgeriya muzîka rojavayî tê hûnandin.
Şanoger û şanonivîs Mîrza Metin him dîrok û sibêroja şanoya Kurdî rave dike him jî li ser dibistana Şanoyê Dîwan Akademî dipeyive, ku ew di mehên pêşiya me de li Êlih’ê vedike.
Penaberekî xelkê rojhilatê Kurdistan’ê Ayhan Urmiye di pirtûka xwe de behsa hevaltiya xwe ya digel psîkekî Alman ê bi navê Hans dike, ku di kampa penaberan de bi hevre dijîn.
Malbata Bedîrxaniyan ji bo ziman û çanda Kurdî girîng in. Miqdat Bedîrxan yekem rojnameya Kurdî derxist û zimanzan Celadet Bedîrxan jî wekî bavê Kurmanciya nûjen tê nas kirin.