Live hören
Jetzt läuft: Music sounds better with you von Stardust

Nûnerên partiya DEM’ê li Îmraliyê çûn serdana Öcalan COSMO Kurdî 03.01.2025 20:34 Min. Verfügbar bis 03.01.2030 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Öcalan: Ez ji bo çareseriyê amade me

Stand: 03.01.2025, 16:12 Uhr

Şandeya DEM Partiyê şemiya buhurî li grava Îmrali'yê çû seredana Abdullah Öcalan. Diyar kir, ku ew piştgiriyê dide paradîgmaya nû û ji bo çareseriyê amade ye. Hevkarê me Celil Kaya radigihîne.

Von Kamil Basergan

Abdullah Öcalan wird im Gefängnis von den Abgeordneten der BDP besucht

Öcalan: Ez ji bo çareseriyê amade me Parlamenterên DEM’ê Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder ku roja Şemiyê li Girava Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn, di daxuyaniya xwe ya derbarê hevdîtinê de diyar kirin ku Ocalan gotiye, “Şande dê vê nêzîkatiyê hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Di ronahiya van de ez amade me ku pêngava erênî ya pêwîst bavêjim û bangawaziyê bikim."

Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder herweha di daxuyaniyê de diyar kirin ku rewşa tenduristiya Ocalan baş e û moralê wî bilind e. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Ocalan di hevdîtinê de ji bo çareseriya mayînde ya ji bo pirsgirêka Kurd nirxandin kirin. "Di civînê de, ku geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê hatin nirxandin, birêz Ocalan li dijî senaryoyên siberoja tarî yên hatine ferzkirin pêşniyarên çareseriyê yên erênî pêşkêş kirin." Hat diyarkirin ku Ocalan amade ye gaveke erênî bavêje û bangawaziyê bike û pêşniyarên wî di beşa bi navê “Çarçoveya giştî ya nêzîkatiya xwe” de wiha hatin rêzkirin.

Delegation zur Lösung der Kurdenfrage in der Türkei

“Ji nû ve xurtkirina biratiya Tirk-Kurd ne tenê berpirsyariyeke dîrokî ye, di heman demê de ji bo hemû gelan jî bûye xwedî girîngî û lezgîniyeke çarenûsî.”

“Ji bo serketina pêvajoyê, pêwîst e hemû derdorên siyasî yên li Tirkiyeyê bêyî ku bi hesabên teng û perîyodîk bên girtin, însiyatîf, avaker tevbigerin û tevkariyên erênî bikin.

"Yek ji zemîna herî girîng a van tevkariyan bê guman wê Meclîsa Mezin a Tirkiyeyê be." "Alîkarî û pêşniyarên opozîsyonê jî bi qîmet in ji bo bidestxistina serkeftinê di karekî rasterast bi giraniya vê yekê re."

"Şarezatî û biryardariya min heye ku tevkariya erênî ya pêwîst ji bo paradîgmaya nû bikim, ku birêz Bahçelî û birêz Erdogan hêzê didinê."

“Şande dê vê nêzîkatiya xwe hem bi dewletê hem jî bi derdorên siyasî re parve bike. Li gorî van tiştan ez amade me ku gavên erênî bavêjim û bangawaziyê bikim.

” Ev hemû hewldan wê welat bigihînin asta ku heq dike û ji bo veguhertina demokratîk jî dê bibe rêberek pir hêja.”

“Ji bo Tirkiye û herêmê serdema aştî, demokrasî û biratiyê ye.”