Live hören
Jetzt läuft: Cidade do amor von Buika

Bandora encamên hilbijartinê COSMO Kurdî 25.10.2024 30:12 Min. Verfügbar bis 25.10.2029 COSMO


Download Podcast

ROJEV

Encamên Hilbijartinên Başûr

Stand: 25.10.2024, 12:42 Uhr

Di encama hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistan’ê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 810 hezar dengan bû yekem. Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, PDKê 39 kursî, YNKê 23 û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî ji 100 kursî wergirtine. Pisporê zanistên siyasî Niaz Said Ali encaman rave dike.

Von Kamil Basergan

Jinek di hilbijartinê de dengê xwe dide

Di encama hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistan’ê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi 810 hezar dengan bû yekem. Li gorî encamên destpêkê yên hilbijartinan, PDKê 39 kursî, YNKê 23 û Tevgera Nifşê Nû jî 15 kursî ji 100 kursî wergirtine.

Nêzîkî 2,7 mîlyon hilbijêr beşdarî hilbijartinan bûn, ku ji bo du salan dihat paşxistin. Rêjeya beşdarbûnê wekî ji sedî 72 hat ragihandin.

Kurden geben ihre Stimme für das Unabhängigkeitsreferendum im Irak ab

Li gorî encamên destpêkê yên ku ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve hatin ragihandin, hevrikê PDK'ê û hevkarê hevpeymaniyê di hikûmetê de, Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) bi 408 hezar dengan bû duyemîn. Tevgera Nifşê Nû ku weke hevrikê YNK'ê tê dîtin, bi qasî 291 hezar dengan bû partiya sêyemîn. Dengên Tevgera Goran ku beriya hilbijartinan di meclîsê de di rêza sêyemîn de bû daket 11 hezar û 621an.

Iraks Kurden stimmen über die Unabhängigkeit ab

Hilbijartinên dawî yên Herêma Kurdistanê di 30ê Îlona 2018ê de hatin kirin. Rêjeya beşdarbûna vê hilbijartinê ji sedî 51,4 bû. Hilbijartinên ku diviyabû her çar salan carekê bihatana kirin, piştre ji ber nîqaşên li ser kotaya kêmneteweyan gelek caran hatin paşxistin.