Erdogan serdana Bexda û Hewlêrê dike. COSMO Kurdî . 26.04.2024. 25:14 Min.. Verfügbar bis 26.04.2029. COSMO.
ROJEV
Erdoğan çû Bexdad û Hewlêr'ê
Stand: 28.04.2024, 11:36 Uhr
Serokkomarê Tirk Erdoğan û şandeya pê re vê heftê piştî Bexdad’ê seredana peytextê Herêma Kurdistan’ê jî kir. Ev bû yekem seredana Iraq’ê ya Erdoğan piştî 13 salan. Di hevdîtinan de yek mijarên sereke ewlekarî û şerê dij PKK’ê bû.
Von Kamil Basergan

Serokkomarê Herêma Kurdistan’ê Nêçîrvan Barzanî û serokwezîrê herêmê Mesrûr Barzanî li balafirgeha Hewlêr’ê pêşwaziya Erdoğan kirin. Hate ragihandin, ku herdu alî li ser wê yekê li hev kirine, ku bazirganî û sermayeguzariya di navbera her du aliyan were pê xistin û aloziyên di navbera Bexdad û Hewlêr’ê divê li ser esasên destûrê werin muzakere û çareser kirin.

Em jî vê heftê ji Parlamentoya Kurdistan’ê digel Dr. Majid Salih seredana Erdoğan a Bexdad û Hewlêr’ê dinirxînin.