Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm. COSMO Kurdî . 24.01.2025. 43:18 Min.. Verfügbar bis 24.01.2030. COSMO.
ROJEV
Hevdîtina Barzanî û General Mazlûm
Stand: 24.01.2025, 17:14 Uhr
Serok Mesûd Barzanî di 16’ê mehê de li Hewlêr’ê pêşwaziya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir. Di hevdîtinê de yekrêziya Kurdan û çarenûsa Rojavayê Kurdistan'ê hatin nîqaş kirin. Hevdem êrîşên Tirkiye’yê yên ser bendava Tişrîn’ê berdevam dike û di encamê de bi dehan xelkê sivîl jî hatin kuştin. Em jî ji Kobani’yê bi Lezgîn Ibrahîm re him rewşa dawî ya li herêmê û him jî degvedanên vê hevdîtina li Hewlêrê gotûbêj dikin.
Von Celil Kaya
Bendava Tişrîn'ê: 20 sivîl hatin kuştin, 120 jî hatin birîndar kirin
Bendava Tişrîn’ê him ji bo ava û him jî ceyrana herêmê cihekî girîng e û ev çend hefte ne artêşa Tirk û çeteyên pê re êrîşî vê bendavê dikin. Xelkê sivîl ê ji Kobanî û Herêma Cezîrê ji 8’ê Çile ve diçin ser bendava Tişrîn’ê û li wê derê nobet digirin. Dewleta Tirk jî ji hingî ve 4 caran, anku di 8’ê mehê, di 15’ê mehê, di 16’ê mehê û ya dawî di 18’ê mehê de bi drohn û firokeyên cengî bombe barandin ser xelkê sivîl û di encamê de herî kêm 20 kes hatin kuştin û 120 kes jî hatin birîndar kirin. Di encama bombebaran 18’ê mehê de fîzyoterapîstekî Alman ê ji Brandenburg’ê Jakob Rihn jî birîndar bû.
Dezgeha Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûrî, ku bigeha wê li Brîtanya’yê ye, roja 18’ê mehê bîlançoyeke pevçûnên di navbera çeteyên ser bi Tirkiye’yê û Hêzên Sûriya Demokratîk ên li der û dora Minbic’ê weşand. Ligor vê dezgehê ji 12’ê Kanûnê heta 18’ê vê mehê herî kêm 423 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di nav wan de, 5 ji wan jin û dudu ji wan zarok bi giştî 41 sivîlan hene. Herweha 308 çeteyên ku Tirkiye piştgirî wan dike hatine kuştin û 74 şervanên HSD’ê jî jiyana xwe ji dest dane.
Hewlêr: Hevdîtina Serok Barzanî û General Mazlûm
Di 16’ê mehê de kombûna ku herkes ji zû de li bendê bû pêk hat. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk Mezlûm Abdî, li Hewlêr’ê bi serok Mesûd Barzanî re kombû. Di kombûnê de, ku yekreziya Kurdî û çarenûsa Kurdan a li Sûrî û Rojavayê Kurdistan’ê hatin nîqaş kirin, herweha fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn û Fermandariya Navendî ya HSD’ê Luqman Xelîl jî amade bûn.
Piştî hevdîtinê civîneke çapemeniyê nehat li dar xistin lê berê Baregeha Barzanî di derbarê naveroka vê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir. Di daxuyaniyê de hat ragihandin:
“Di vê hevdîtinê de rewşa Sûriyeyê û pêşhatên dawî yên ewlehî û siyasî yên Sûriyeyê û her wiha çarçoveya giştî ya têkiliyên aliyên Kurdî bi rewşa nû ya Sûriyeyê re û çawaniya helwesteke hevbeş a aliyên Kurdî yên Sûriyeyê hatin nirxandin. Di vê hevdîtinê de hat tekezkirin ku pêwîst e aliyên Kurdî yên Sûriyeyê bêyî destwerdana ti aliyan û bi rêbazên aştiyane biryara çarenivîsa xwe bidin û ji bo misogerkirina mafên xwe bi yekrêzî û helwesteke hevbeş bi desthilatdarên nû yên Sûriyeyê re bigihêjin têgihiştinê û rêkeftinê. Divê ew faktora aştî û aramiyê bin û rê li ber dubarebûna wan nexweşiyên ku bi ser gelê Kurd û pêkhateyên din ên Sûriyeyê de hatine bigirin.”
Mazlûm Abdî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê X’ê nivîsand:
“Hevdîtina me li gel serok Mesûd Berzanî cihê kêfxweşiyê bû. Me pêvajoya guhertinê ya ku Sûrîye tê re derbas dibe nîqaş kir û bi hev re li ser wê yekê piştrast kir ku divê helwesta kurdan li Sûrîyeyê yek be û divê dîyaloga li gel Şamê bi awayekî aştîyane mafê gelê kurd biparêze. Herwiha me tekez kir ku giringîya yekîtîya kurdî û aramîya herêmê bi giştî berpirsîyarîya me hemûyan e û em ê bi hev re alîkar bin.“
Wezareta Derve ya Amerîkî, beşa Rojhilatê Navîn jî li ser hesabê xwe yê fermî yê X’ê nivîsand:
"Dewletên Yekgirtî yên Amerîka’yê kombûna 16’ê mehê ya navbera serokê Partiya Demokrat a Kurdistan’ê Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk General Mezlûm Abdî silav dike. Dialoga di nav Kurdan de dikare di warê bi pêşxistina derbasbûneke siyasî ya beşdarîparêz a Sûrî de roleke heyatî bilîze.“
Di derbarê vê kombûnê de endamê mekteba siyasî ya PDK’ê Hoşyar Zebarî jî li ser hesabê xwe yê tora civakî nivîsînd ku ev civîn ji bo xurtkirina yekrêziya Kurdî serkeftineke berbiçav e û herweha helwesteke li hember deshilatdarên nû yên li Şam’ê ji bo derbasbûneke hêsan. Zebarî herweha malavayî li heval û hevgirên xwe jî kir.