Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû.
Serokkomarê Îran'ê Reîsî û şandeya pê re di encama qezayeke helîkopterê de mirin. Ji Rêxistina Hengaw Shler Bapiri karvedanên wê yên ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrove dike.
Serokkomarê Tirk Erdoğan û şandeya pê re vê heftê piştî Bexdad’ê seredana peytextê Herêma Kurdistan’ê jî kir. Ev bû yekem seredana Iraq’ê ya Erdoğan piştî 13 salan.
Li Belçîka'yê komeke nihadperestên Tirk piştî şahiya Newrozê xwest malbatake Kurd lînç bike. Hevdem dadgehea Belçîkî ji ber plansaziya suîqastekê ceza da 2 sîxurên MIT'ê .
Ev hilbjiartin herçend herêmî bûn jî di warê encamên xwe de hilbijartineke dîrokî bû. AKP piştî 22 salan cara pêşîn nebû partiya yekem û CHP serkeftinek bi dest xist.
Rêxistina mafên mirovan HRW di rapora xwe de dibêje, Tirkiye li Rojava êrîşî binesaziya sivîl dike û li herêmên dagirtî yên wekî Efrîn'ê ji ber sûcên çeteyan berpirsiyar e.
21’ê Sibatê roja cîhanî ya zimanê dayîkê ye û ev 30 sal in di dibistanên Almanya'yê de dersên Kurdî hene. Herweha YEKMAL ev 10 sal in pêşdibistanên du zimanî bi rê ve dibe.
Radyoya Swêd’ê biryara girtina beşa Kurdî da. Biryarê gelek nîqaş jî bi xwe re anîn: Gelo paş biryarê Tirkî heye yan na? Ji Swêd’ê Rojnameger Beşir Kavak bersivê dide.
Komara Îslamî vê heftê çar girtiyên din ên siyasî sêdare kirin. Herweha di 6’ê mehê de salvegera erdheja mezin a Tirkiye, Bakurê Kurdistan’ê û Bakur û Rojavayê Sûrî ye.
Piştî ku civîna nepenî ya rastgiran derket holê, ku tê de sirgûnkirina biyaniyan hatibû nîqaş kirin, li seranserî Almanya'yê li dij partiya AfD'ê xwepêşandan bi rê ve çûn.
Hefteya buhurî Pasdarên Îran’ê bi mûşekan êrîşî paytextê Başûrê Kurdistan’ê Hewlêrê û hin deverên li Sûrî kirin. Di êrîşên Hewlêr'ê de çendîn sivîl bûn qurbanî.
Gefên nijadperestên Tirk ên li dij siyasetmedarên Kurd ên li Almanya'yê zêde dibe. Vê dawiyê siyasetmedara Kurd Sarya Atac, ji neteweperestekî Tirk gefa kuştinê wergirt.
Hikûmeta federal ji bo sala nû biryara hin guhertinan da, ku hin ji wan di derbarê rewşa aborî û debara hevwelatiyan de ne. Guhertin li gor biryara dadgeha destûrê ne.
Wezîra derve hewlê dide siyaseteke femînîst a derve bimeşîne. Lê belê şerê Ukrayna û Rûsya, şerê Hamas û Îsraîl'ê û qeyrana enerjiyê astengiyên mezin in li pêşiya vê siyasetê.
Têkiliyên di navbera Herêma Kurdistan'ê û hikûmeta Iraq'ê aram nabe. Him meseleya herêmên Kurdistanî û him jî nefta Kurdistan’ê û butçeya herêm pirsgirêkên sereke ne.
Almanya’yê serê îsal Fermana Şingal’ê ya sala 2014’an wekî nijadkujî nas kir lê hikûmeta federal dixwaze dora 20 hezar Êzîdî vegerîne Iraq’ê. Êzîdî jî ketin greva birçîbûnê.
Şerê di navbera Îsraîl û Hamas’ê dom dike. Herweha îhtîmala perçebûna Iraq’ê her ku diçe nêzîk dibe û komên terorîst, ku welatên cîran piştgiriya wan dikin, çalaktir dibin.
Li herêma bin desthilatdariya rêveberiya xweser a bakur û rojhilatê Sûrî sîstemeke demokrasiyeke rasterast tê ceribandin. Lê di heman demê de aboriya civakî tê ava kirin.
Ji 7’ê mehê û vir ve çavê hemû cîhanê li şerê di navbera Hamas û Îsraîl’ê de ye û hejmara miriyan herroj zêde dibe. Li Almanya'yê jî xwepêşandanên ji bo Xeza’yê tên li dar xistin.
Piştî êrîşa ser Wezareta Navxweyî ya Tirk îcar Hamas'ê êrîşî Îsraîl'ê kir, ku di encamê de bi seda kes hatin kuştin. Di bersivdayîna Îsraîl'ê de bi hezaran Filistînî hatin kuştin.
Bi ser mirina keça Kurd Jîna Mehsa Emînî salek buhurî û xwepêşandanên ku li seranserî Îran’ê dest pê kiribûn ji hingî ve didomin. Lê belê bersiva rejîmê jî gelek hişk bû.
Ev deh roj in li Dêrê Zorê hin eşîrên Ereban êrîşî Hêzên Sûriya Demokratîk dikin. Rêveberiya Xweser hişyarî dide, ku rejîm dixwaze şerekî di navbera Kurdan û Ereban de derxe.