Scholz seredana Erdoğan dike. COSMO Kurdî . 18.10.2024. 42:42 Min.. Verfügbar bis 18.10.2029. COSMO.
ROJEV
Scholz seredana Erdoğan dike
Stand: 18.10.2024, 18:44 Uhr
Di 5’emîn salvegera dagirkirina Serê Kaniyê û Girê Spî de serokwezîr Olaf Scholz seredana Tirkiye’yê dike. Çend roj beriya vê seredanê hat ragihandin, Almanya dawî li ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê tîne. Em jî bi rojnameger Roj Mûsa re him li ser seredana Scholz a Tirkiyey’yê û him jî li ser rewşa herêmên dagirkirî dipeyivin.
Von Celil Kaya
Serokwezîrê Almanya’yê Olaf Scholz roja Şemiyê diçe Tirkiye’yê. Û wekî tê zanîn daxwaza sereke ya Tirkiye’yê ya ji Almanya’yê ji mêj ve çek û teknoliya nûjen e. Lê belê piştî ku Tirkiye’yê tam 5 sal berê anku di cotmeha 2019’an de bajarên Rojavayê Kurdistan’ê Girê Spî û Serê Kaniyê dagir kiribûn çendîn welatên endamên NATO’yê biryara ambargoyeke çekan dabûn li dij Tirkiye’yê. Ji bilî Amerîka û Kanada herweha Almanya, Fransa, Îtalya, Îspanya, Fînlandiya, Norwêc û Hollanda jî tev li vê biryarê bûbûn.
Ambargoya Amerîka’yê ji berê jî hebû. Bi taybetî piştî ku Tirkiye’yê di 2018’an de bajarê Kurdan Efrîn dagir kir, Amerîka’yê jî nedihişt ku Tirkiye bikeve nav programa firokeyên cengî yên F-35. Herweha 5 endamên NATO’yê mûşekên Patriot û SAMP-T ku ji bo parastina Tirkiye’yê ya li hember êrîşên pêkan ên ji Sûrî şandibûn Tirkiye’yê vekişandin, ji bilî mûşekên Patriot ên Îspanya’yê.Tirkiye’yê jî li hember vê yekê di Tîrmeha 2019’an de ji Rûsya’yê mûşekên S-400 kirrîbûn.
Piştî destpêkirina şerê Rûsya û Ukrayna’yê Swêd û Finlandiya’yê serî endametiya NATO’yê dabûn. Lê Tirkiye bi hincetên cihê endametiya wan herdu welatan asê kir. Muzakereyan dora 2 sal ajot û di taliyê de pêşî Fînlandiya û di Adara 2024’an de jî Swêd bû endama NATO’yê. Yek şertên ku Tirkiye ji bo endametiya NATO ya Swêd û Finalandiya’yê danîbû, rakirina ambargoya çekan a ser Tirkiye’yê bû. Û niha em encamên wê dibînin.
Zwei Eurofighter über dem Fliegerhorst Nörvenich.
Tengezariya di navbera DYA û Tirkiye’yê de
Tirkiye ji 2021’an ve dixwaze ji Amerîka’yê 4 heb firokeyên cengî yên F-16 bikirre û 79 firokeyên ku di destê artêşa Tirk de ne bide nûjen kirin. Lê belê Kongreya Amerîkî destûr nedabû. Lê piştî endametiya NATO’yê ya Swêd‘ê Washington’ê ev daxwaz qebûl kir lê dîsa jî teqsîr dike, ku F-35ân bifiroşe Tirkiye‘yê. Buhayê wan jî 23 milyar Dolar in.
Heman werçerxan li Ewropa’yê jî qewimî. Wekî mînak di sala 2013’an Almanya’yê bi tenê bi buhayê 1,22 milyon Euro çek şandibû Tirkiye’yê. Lê belê wekî me got, kovara Alman Der Spiegel vê heftê ragihand ku Almanya ewê dîsa çekan bifiroşe Tirkiye’yê, bi buhayê 336 milyon Euroyan. Di nav wan de mûşek û torpîtoyên ji bo hêzên deryayî û perçeyên ji bo nûjenkirina binderya û firkateynên Tirk. Herweha biryar e, hilberînerê çekan MBDA ewê dora 100 mûşekên parastinê bifiroşe Tirkiye’yê. Hejmar ne zelal e lê belê kovarê ragihand, buhayê wan mûşekan dora 100 milyon Euro ne. Herweha 28 torpîdoyên SeaHake jî dikin 156 milyon Euro. Parçeyên ji bo nûjen kirina binderyayan jî dikin 79 milyon Euro.
Lê Tirkiye wekî din dixwaze 40 firokeyên cengî yên Eurofighter Typhoon jî bikire. Erdoğan di dema seredana xwe ya Berlîn’ê ya meha Mijdarê de ev daxwaz anî bû zimên. Wê demê Îspanya û Brîtanya lempa kesk vêxistibûn lê belê Scholz ev daxwaz veto kiribû. Lê niha herdu welat xwe nêzî hevdu kirine, dibe ku Scholz vê daxwazê erê bike. Ji ber ku Almanya’yê di destpêka îsal erê kiribû ku Eurofighter ji bo Erebistana Saudî werin firotin, da ku xwe li hember êrîşên Hutî yên Yemenî biparêze. Û Tirkiye endameke NATO ye.
Serê Kaniyê û Girê Spî: Binpêkirinên giran ên mafên mirovan
Seredana Olfas Scholz a bo Tirkiye’yê di 5’emîn salvegera dagirkina bajarên Rojava yên Serê Kaniyê û Girê Spî de pêk tê. Piştî ku Tirkiye’yê di 2018’an de bajarê Kurdan Efrîn dagir kir, di 2019’an de jî piştî vekişîna leşkerên Amerîkî ya bi biryara serokê wê demê Trump artêşa Tirk û çeteyên cîhadî, ku Tirkiye piştgiriya wan dike, ev herdu bajar dagir kirin.
Tê ragihandin, wekî li Efrîn’ê, li Serê Kaniyê û Girê Spî jî bi destê çeteyên cîhadîst binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk tên, ku mirov dikare hin ji wan wekî sûcên şerrî bi nav bike, dibêje dezgeha mafên mirovan Human Rights Watch. Vê dezgehê di meha Adarê de raporeke berfirah 78 rûpelî weşandibû, ku tê de ne tenê behsa binpêkirinên giran dikir lê herweha bin xêz dikir, ku Tirkiye wekî hêza dagirker ji ber hemû binpêkirinan berpirsiyar e, ji ber hemû binpêkirinên bi destê komên çekdar ên Artêşa Azad a Sûrî jî tê de. HRW herweha diyar dike, ku destê hêzên çekdar û saziyên îstîxbaratê yên Tirkiyê di pêkanîn van binpêkirinan de heye. Hin girtiyên berê herweha gotine, ku di îşkenceyan de karbidestên leşkerî û îstîxbaratî yên Tirk bixwe beşdar nûne û rasterat îşkence li wan kirine.
Di dozên ku ji aliyê Human Rights Watch, Komîsyona Lekolînê ya Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din ên mafên mirovan ve hatine belgekirin, mexdûrên van binpêkirinan pirranî Kurd in û hin jinên Kurd rastî destdirêjiyê hatine.
HRW wekî din radigihîne, ku komên Artêșa Niștimanî ya Sûriyê û Polîsên Leşkerî bi awayekî keyfî gelek kes girtine û îşkence li wan kirine. Hin kes piştî ku hatine girtin bêserûşûn bûne û heta îro jî qaûbeta wan nayê zanîn. Herweha bi awayekî neqanûnî destr danîne mal û milkê xelkê û erd û malên wan hatine talan kirin. Lê belê ev hemû kiryar bêceza mane û mexdûr bi tu awayî nehatine qerebû kirin.
Rêxistin berpirsiyariya dewleta Tirk binxêz dike û dibêje, Tirkiye bi rêya hêzên xwe yên çekdar û dezgehên xwe yên îstixbaratê, him kontrol û him jî rasterast çavdêriya Artêşa Niştimanî ya Sûriyê dike, çek, mûçe, perwerde û piştgiriya lojîstîk dide wê. Tirkiye herweha bi rêya qeymeqamên Tirk kontrola rêvebirina herêmên dagirkirî dike.