Tirkiye: Pêvajoyeke din a aştiyê?. COSMO Kurdî . 01.11.2024. 47:40 Min.. Verfügbar bis 01.11.2029. COSMO.
ROJEV
Tirkiye: Pêvajoyeke nû ya aştiyê?
Stand: 01.11.2024, 20:13 Uhr
Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Devlet Bahçeli li Tirkiye’yê dîsa nîqaşa pêvajoyeke aştiyê dest pê kir. Berevajî deh sal berê vê carê MHP û CHP jî peyamên erênî didin. Lê belê divê ev daxuyanî çiqas ciddî werin girtin? Gelo pêvajoyeke aştiyê dikare pêk were? Rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan vê carê dikare roleke cudatir bilîze? Em van pirsan ji pisporê zanistên siyasî Sinan Önal dikin.
Von Celil Kaya
Banga Bahçeli ya ji bo Öcalan
Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirk MHP Devlet Bahçeli, ku herke pê matmayî ma. Wî got bila tecrîta ser rêberê PKK’ê Abdullah Öcalan were rakirin. Bila were Meclîsa Tirk û civîna koma parlamenterî ya Partiya DEM’ê de bipeyive û bang li PKK’ê bike ku çekan berdin. Bahçeli herweha got, encax piştî çekberdana PKK’ê mirov dikare ji bo Öcalan behsa „mafê hêviyê“ bike. Anku piştî 25 salên zindanê Öcalan dikare were berdan yan dikarin wî bixin hepsa malê.
Bi rastî camêr sînyalên vê yekê serê meha Cotmehê di merasîma vekirina Meclîsa Tirk de dabû. Çûbû refên partiya DEM û destên wan toqe kiribû. Herkes li bendê bû, ku li paş vê jestê tiştek derkeve û derket jî.
Jixwe çend roj paşê rojnameger Amberin Zaman nûçeyek belav kir, ku dispart rayedarên Tirk. Li gor vê yekê, Abdullah Öcalan bi kadroyên PKK’ê yên li Qendîl’ê bi telefonê peyivibû û gotibû bila çekan deynin. Dema ku kadroyan bi ya wî nekirine, Öcalan jî hêr ketiye û telefûn girtiye. Lê belê çavkaniyên nêzî PKK’ê ev hevdîtin derewand.
Anku wisa xuya ye, planek heye û gav bi gav tê meşandin. Û banga Bahçeli ji nişkan ve nehat. Lê camêr di heman axaftyina xwe tiştên din jî gotin. Wî got, li Tirkiye’yê pirsgirêka Kurd nîne û ên ku dibêjin heye xizmeta hêzên derve dikin. Wî herweha lê zêde kir û got, dewlet divê pirsgirêkên hevwelatiyên Kurd çareser bike lê belê nabe ku ji dewletê doza mafên kollektîf û doza Kurdan a wekî gelekî were kirin.
Erdoğan xwedî li Bahçeli derket
Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdoğan jî xwedî li banga Bahçeli derket û ji dil û can spasiya Bahçeli û cemaata MHP’ê kir. Erdoğan di axaftina xwe de behsa bûyerên li herêmê kir û got Bahçeli derfeteke girîn daye Tirkiye’yê. Erdoğan herweha bi dirêjahî pêsnê Bahçeli da, ku Bahçeli çiqas zîrek e, hişê wî çiqas dişoxule û Bahçeli hertim riya siyaseta Tirkiye’yê diyar kiriye. Kesên ku Tirkiye nas dikin, yekser gotin ev gotin yên Bahçeli bixwe nînin. Bahçeli berdevkiya aqilê dewleta Tirk dike. Lê Erdoğan duh roj berê di axaftineke xwe de binxêz kir, êwan tu bangeke wan a ji bo Qendîl’ê nîne û ewê têkoşîna xwe ya li dij terorê bê tawîzan bidomînin.
Daxuyaniyê ne tenê li Tirkiye’yê lê li seranserî cîhanê deng veda. Bîra herkesî de ev pirs peyda bû. Gelo li Tirkiye’yê pêvajoyeke din a çareseriyê dest pê dike. Siyaseta Kurdî jî li hember gotarên Bahçeli bersive tûj neda. Partiya Demokrasî û Yeksaniyê DEM Parti bi temkîn tevgeriya. Berdevka DEM Partiyê Ayşegül Doğan got, nabe ku ev mesele bi tenê ji aliyê MHP û AKP’ê de were nîqaş kirin. Wê got partiya muxalefetê CHP’ê helwesteke neyînî nîşan ne daye û ji bo nîqaşan pêdivî bi bingeheke berfirehtir heye.
Yekem hevdîtina digel Öcal piştî 43 mehan
Piştî daxuyaniya serokê MHP’ê Bahçeli îcar di 23’ê mehê de destûr hate dayîn, ku parlamenterê DEM Partiyê Ömer Öcalan li girava Îmrali’yê seredana Apê xwe Abdullah Öcalan bike. Hêjayî gotinê ye, ev bû yekem seredana malbatê piştî 43 mehan. Herî dawî birê wî Mehmet Öcalan di 12’ê Tebaxê 2019’an da çûbû Îmrali’yê.
Ömer Öcalan piştî hevdîtinê ragihand, ku Abdullah Öcalan gotiye, tecrît berdewam dike û heger derfet were dayîn Öcalan amade ye rola bilîze û pirsgirêka Kurdî ji zemîneya şer û şîddetê bîne ser zemîneyeke huqûq û siyasî û Öcalan ji bo vê yekê xwedî hêza pratîk û teorîk e.
Êrîşa Enqere’yê û bombebarana ser Rojava
Heman rojê, berî ku hevdîtina digel Öcalan ji raya giştî re hat ragihandin, li Enqere’yê êrîşeke çekdarî pêk hat. Du kesên çekdar, yek jin, yek mêr bi kalaşnîkof û teqemeniyan êrîşî şîrketa çekan Tirk a TUSAŞ kir, ku ji bo artêşa Tirk drohn û firrokeyên şerrî hildiberîne. Du roj paşê anku di 25’ê mehê de Hêzên Parastina Gel HPG’ê berpirsiyariya êrîşê hilgirt ser xwe û ragihand, êrîş ji aliyê komeke xweser a gêrilayên wan ve hatiye li dar xistin.
Piştî vê êrîşê îcar, artêşa Tirk wekî bersiva êrîşa Enqere‘yê êrîşî Başûr û Rojavayê Kurdistan’ê kir. Hat ragihandin di encama êrîşên asmanî yên Artêşa Tirk de firinên nan, santralên ceyranê û îstasyonên sûtemeniyan hatine rûxandin û herî kêm 12 kesên sivîl jî hatine kuştin. Rayedarên Tirk îdda kirin, ku şervanên HPG’ê bi ser Rojavayê Kurdistan’ê derbasî nav axa Tirkî bûne. Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk Mazlûm Ebdî dibêje îddayên Tirkiye’yê bêbibgeh in û wan tu car êrîşî Tirkiye’yê nekirine û nakin jî. Wî herweha got, Tirkiye binesaziya sivîl hedef digire û armanca Tirkiye’yê vala kirina Rojava ya ji Kurdan e.
Agirbest’ên yekalî yên PKK‘ê
Di salên 90’î de, heta di wan deman de, ku şer li Bakurê Kurdistan’ê digihişt asta herî dijwar jî, di navbera PKK û Dewleta Tirk de bi riya qasidan danûstan hebûn. Heta PKK çend caran bi awayekî yekalî agirbest ragihandibû, bi hêviya ku digel dewleta Tirk muzakere bike. Di vê çarçoveyê de agirbesta pêşîn, 20’ê Adarê ya 1993‘an hat ragihandin. Agirbst paşê di 15’ê Nîsanê de ji bo du mehên din dirêj kirin. Heta hin kes îddîa dikin, ku agirbst li ser daxwaza serokkomarê wê demê Turgut Özal hatibû ragihandin. Jixwe dema ku Özal di 17’ê Nîsanê ya 1993’an de bi awayekî şik û gûman mir, ev pêvajoya jî bi dawî hat. Piştî wê em dizanin şewitandina gundan berbelav bû û kuştinên kujerên nediyar anku faîlî meçhulan dest pê kir.
Paşê serokê PKK’ê Öcalan di 1995 û 1998’an de jî agirbest ragihandin lê ew hemû jî bê bersiv man. Jixwe Öcalan di Sibata 1999‘an de hat girtin û ji hingî ve di girtîgeha Îmraliyê de ye.
Pêvajoya Oslo‘yê
Di 13’ê Îlona 2011’an li ser malpera Ajansa Nûçeyan a Dîcle’yê (DIHA), ku ajanseke nêzî tevgera Kurdî ye, nûçeyek hat belav kirin. Di nav nûçeyê de hin tomarên dengî jî hebûn. Tomaran nîşan dida, ku di 2009- 2010’an de rayedarên PKK’ê û karbidestên dewleta Tirk li Oslo ya Norwêc’ê hatine cem hev û ji bo çareseriyê muzakere kirine.
Paşê derket holê, ku malpera DIHA’yê hatiye heck kirin û tomar ji aliyê kesên din ve ji bo raya giştî hatine aşkere kirin. Piştî ku tomar aşkere bûn, vê carê serokwezîrê wê demê Erdoğan jî li xwe mukir hat û got wî Muşteşarê Dezgeha Îstîxbarata Tirk MÎT’ê Hakan Fîdan bixwe şandiye Oslo’yê. Îcar di meha Sibatê de dozgerên Tirk ji ber van hevdîtinan xwestin îfadeya Hakan Fîdan bigirin lê belê bi lezgînî di Meclîs’ê de qanûna MIT’ê hat guhertin û pêşî li vê yekê hat girtin. Jixwe tê zanîn paşê him ji ber aşkere kirina qeydên dengî û him jî îfadeya Fidan hikûmeta Tirk endamên Cemaata Fetullah Gülen tawanbar kir.
Di destpêka 2012’an de Erdoğan ji raya giştî re aşkere kir, ku digel Öcalan hevdîtin tên li dar xistin. Di wê navberê de li Parîs’ê sê jinên Kurd hatin qetl kirin lê belê pêvajoyê berdewam kir. Heyetên mirovên Aqîl hatin ava kirin. Di Newroza 2013’an de nameya Öcalan di Newroza Amed’ê de hat xwendin. Öcalan ji PKK’ê dixwest, ku hemû hêzên xwe yên çekdar bikişîne derveyî sînorên Tirkiye’yê. Di Qesra Dolmabahçe’yê de metna mutabaqatê ji aliyê wekîlên HDP’ê û nûnerên hikûmeta Tirk ve hat xwendin. Lê çend roj beriya hilbijartinên Hezîrana 2015’an Erdoğan dawî li vê pevajoyê anîn. Û hêviyê aştiyê careke din çilmisîn.