Westdeutscher RundfunkLaden im Store
Bernama Kurdi sonntags um 18 Uhr als Podcast 20 Uhr im Radio Bernama Kurdî her roja yekşemê di saet 18an de podcast, di saet 20an di radyoyê de û tevahîya bernameyê jî wekî podcast dikare were guhdarî kirin.
Koma Amed piştî 27 salan hat cem hev û li dû Parîs'ê ewê 5’ê Tîrmehê li Köln’ê jî konserekê bide. Em jî bi Süleyman Gültekin re li ser efsaneya Koma Amed dipeyivin.
Bi ser rizgarkirina Mûsil’ê ya ji destê Daiş’ê deh sal buhurîn. Di 2014’an de duyemîn mezintirîn bajarê Iraq’ê Mûsil ketibû destê Daiş’ê û binesaziya bajêr wêran bûbû.
Nasnameya Êzîdiyan hertim dibe mijara nîqaşan. Vê carê li parlamentoya Iraq’ê 182 îmze hatin kom kirin, da ku Êzîdî ne tenê wekî olek lê herweha wekî qewmek werin nas kirin.
Koma Jiyana Kurdî ya li Almanya'yê di Kanûna 2023’an de di Bundestag’ê de bi pêşengiya Kassem Taher Saleh ji bo piştgirîdayîna Kurdên li Almanya’yê hat damezirandin.
Îsal cara pêşîn li Zanîngeha Rojava di beşa Zanistên Civakî û Mirovî de jin jî nav de çendîn xwendekaran dereceya masterê wergirtin. Û wan teza xwe jî bi Kurdî nivîsandine.
Serokkomarê Îran'ê Reîsî û şandeya pê re di encama qezayeke helîkopterê de mirin. Ji Rêxistina Hengaw Shler Bapiri karvedanên wê yên ser Îran, Rojhilat û herêmê şîrove dike.
Edebiyata Kurdî bixwe edebiyata sirgûniyê ye. Ji 29’ê Gulanê heta 2’ê Hezîranê li Berlin'ê Festîvala Edebiyata Kurdî ya Sirgûnê “Dengê min tê te?” tê li dar xistin.
Nûçeyên sîyasî û civakî û herweha nirxandinên pispor û şarezayan li ser bûyer û pêşveçûnên herî dawî yên li Almanya, Kurdistan û Cîhanê.
Bûyer, serpêhatî, kesayetî, civak, civîn û çalakîyên ji nav jîyana rojane ya Kurdistanîyên li Almanyayê.
Muzîk, sînema, wêje û wênesazîya kurd. Hevpeyvînên digel hunermendên kurdistanî yên li welêt û Almanyayê û danasîna berhenêm wan. Herweha jiyan û berhemên hunermendên nemir.
COSMO xwe ji nû ve saz dike. Lewma di Bernama Kurdî de hin guhertinên piçûk pêk tên: Ji 1ê Pûşbêra 2016 an û pê ve hûn dikarin bernameya me her roja Yekşemê ji saet 18:00 heta 19:00an li ser Înternetê wekî Livestream û ji saet 20:00 heta 21:00ê jî dubareya wê di radyoyê de li ser frekansa me ya berê guhdarî bikin.